Amerîka piştîvaniyên leşkerî jî gehande Îsraîlê.
Li gor çapemeniya Îsraîlî îro danê sibê wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken gehêştiye Til Avîva paytext û ji aliyê rayedarên Îsraîlê ve hatiye pêşwazîkirin.
Çapemeniya Îsraîlî eşkere kiriye ku, ev serdana han di vê dema şerê de bo diyar kirina piştîvanî û hevkariya Amerîkayê ye bo Îsraîlê.
Ji aliyeke din ve hate zanîn ku, duhê bişev yekem karwana hevkariyên leşkerî yên Amerîkayê bo Îsraîlê gehêştiye balefirgeha Bin Gurian ya li Til Avîvê.
Ji aliyeke din ve şer û pevçûnên navbera Îsraîl û Hemasê jî berdewamin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin