Welatên Ewrûpî daxwaza bi terorîst nasîna spaha Pasdaran dikin

dibêje lazime rejîma Îranê û spaha Pasdaran bi tundtirîn şêwe werin cezakirin.
کوردستان TV
100%

Îmze bo parlementoya YE şandine.

Li gor nûçeyeke ueronews piştî êrîşên Hemasê yên bo ser Îsraîlê û îsbat kirina ser jê kirina zarokên cihûyan ji aliyê Hemasê ve, welatên Ewrûpî û parlementerên parlementoya Ewrûpayê li dijî Îranê ketin nava tevgeran.

Ewrûpayî û nunerên wan di vê baweriyê dene ku, Hemas li ser handana Îranê ev êrîş pêk aniye lewre daxwaza ceza kirina Îran û spaha Pasdaran dikin.

Parlementer û welatên Ewrûpî îmze kom kirine û dane parlementoya YE daku, spaha Pasdaran ya Îranê weke terorîst binase û cezayên giran bixe ser Îran û spaha Pasdaran.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.