Heta niha 83 welatî hatine îdamkirin.
Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê li Îranê îdam kirina welatiyên Kurd berdewame û rojane li Îranê herî kêm 2 welatî têne îdamkirin.
Hengawê diyar kiriye ku, ji destpêka îsal ve heta dawiya Îlona îsal herî kêm 83 welatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve bi hincetên curbicur hatine îdamkirin.
Hengawê diyar kiriye ku, duhê jî li bajarê Hemedanê welatiyekî din yê Kurd bi navê Husên Behremend ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye darvekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin