Serokwezîr derbarê naveroka civîna civata wezîran de li ser hesabê xwe yê fermi wisa nivîsandiye;
Îro me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.
Di civînê de ku, Cîgirê Serokwezîr birêz Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, bi navê civata wezîran me pîrozbayî li Serkirdatiya Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê kir bo lidar xistina 5mîn kongreya YNK, bi hêviya vê yekê ku, ev kongreya han bibe sedema pêşde birina derfetên karên hevbeş ya tevahiya part û aliyên siyasî yên herêmê bo çareser kirina kêşeyan û yekhelwestî bo dabîn kirin û parastina maf, desthilat û şayîsteyên herêmê li Bexdayê li pêş tevahiya wan jî mûçe û bûdceya herêmê.
Di rojeva duyem ya civînê de ji aliyê Serokê fermangeha venêrîn û hemahengî Ebdulhekîm Xesro ve raportek derbarê pêngav û pêşdeçûnên dawî yên venêrîn kirin bo lîsteya mûçexwerên herêm ji aliyê tîma hevbeş ya her du dîwanên çavdêriyê yên federalî û herêmê ve, hate pêşkêşkirin ku, hefteyeke dest bi wan pêngavan hatiye kirin, ev pêngavên han jî destpêşxeriya şanda bilind ya herêmê bû bi Serokatiya Serokwezîr, di serdana dawî ya bo Bexdayê.
Di civînê de behsa hemahengiya wezaret û dezgehên hikûmeta herêma Kurdistanê hate kirin û hate gotin ku, tevahiya zaniyariyên pêwîst pêşkêşî komîteya taybet hatine kirin û bi vê awayî jî tişta li ser milê hikûmeta herêma Kurdistanê bûye, hatiye cîhbicîhkirin û lewre ji niha û pêde erkê hikûmeta federaliye ku, mûçeya mûçexwerên herêma Kurdistanê bi rêya dezgehên fermi yên herêma Kurdistanê ve weke şayîsteyên darayî yên wan dabîn bike û nabe ev yek bi nakokî û kêşeyên siyasî ve were girêdan û lazime bi yek çav li tevahiya mûçexweran were mêzandin li seraserê Îraqa federal de, jiber ku, welatiyên Îraqa federalî û herêma Kurdistanê yeksanin li berdem qanûnê lewma nabe cudakarî bo dabîn kirina şayîsteyên mûçexweran bi ti awayî û di bin ti şert û mercekê de were kirin.
Me ev yek dubare kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê beriya niha tevahiya zaniyarên pêwîst û taybet yên mûçexwerên herêmê bi awayeke şefaf û zelal û tomarkirî di nava sîstemeke dîcîtalî û pêşkeftî de bi navê bayometrî pêşkêşî aliyên têkildar yên hikûmeta federalî kiriye û li di çarçoveya sînor û desthilatên diyarîkirî de berdewame li ser vê hemahengiya han û li gor pêdiviyên sîstema federalî û destûrê kêmanî di vê warî de nake û vê yekê bi erkeke destûrî ya xwe dizane bi taybetî hijmara mûçexweran û rêjeya mûçeyên wan.
Di heman demê de di nava xişteya bûdceya federalî de jî pereya pêwîst bo mûçexwerên herêma Kurdistanê hatiye diyarîkirin û hinceta henarde kirin û firotina petrola herêmê jî nemaye daku, jiber vê şayîsteyên darayî yên herêmê werin rawestandin. Lewre lazime mûçexwerên herêmê jî weke tevahiya mûçexwerên parêzgehên din yên Îraqê her meh bêyî ti kêşe û astengî mûçeyên xwe bi rêya dezgehên fermi yên hikûmeta herêmê ve werbigirin.
Rojeva duyem ya civînê taybet bû bi rêkar û hewlên pêwîst yên bo destpê kirina henarde kirina petrola herêma Kurdistanê bi rêya bendera Cîhanê û pêşhatên dawî yên girêdayî vê mijar di navbera Îraq û Tirkiyeyê de û amadekariyên herêm û kompaniyên petrolê û di vê warê de jî wezîrê samanên xwezayî bi wekalet birêz Kemal Mihemed Salih raportek pêşkêş kir, di nava raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku, herêma Kurdistanê piştî cîhbicîh kirina qanûna bûdceyê 25, 6, ya îsal ve, pêbendiyên xwe bi radest kirina petrola rojane ya herêmê bi wezareta petrola federalî cîhbicîh kiriye û petrola diyarîkir ya bo dabîn kirina pêdiviyên navxweyî bêyî ku, hikûmeta federalî xerciyên kompaniyên petrolê jî bide, radest kiriye. Ev yek jî niyet başiya herêmê nîşan dide, hevdem herêma Kurdistanê rêkeftina navbera wezareta federalî û wezareta samanên xwezayî û kompaniyên petrolê ya derbarê xerciyên wan kompaniyan de bi girîng dizane bo serkeftî bûna henarde kirina petrola Kurdistanê bi rêya bendera Cîhanê ku, roja 25ê Adara îsal henarde kirina petrolê hatiye rawestandin û zirarên mezin ber dahata giştî ya Îraq û herêmê jî ketine.
Pişt re wezîrê karûbarên pêkhateyan Aydîn Merûf raportek derbarê rewşa giştî ya pêkhateyan li herêma Kurdistanê pêşkêş kir ku, têde çend pêşniyar bi mebesta pêşde birin û bihêz kirina zêdetir ya rewşa bihevre jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên etnîkî û olî yên li herêma Kuridstanê de û parastina mafên wan yên reva, hebûn.
Me tekez li ser vê yekê kir ku, bihevre jiyana aştiyane, yek ji sîmayên geş ya herêma Kurdistanê ye ku, cîhê serfiraziyê ye û her tiştek pêwîst be bo parastin û pêşde birina vê çanda han emê bikin daku, Kurdistan weke hertim navenda aramiya netewî, olî û çandên cuda be û tevahiya me li Kurdistanê de ku, nîştimanê tevahiya me ye, bi aştî û azadî bijîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin