Serokê herêmê li gel balyozê YE civiya

behsa rewşa penaberan jî hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Kurdistan û Îraqê hate kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Yekîtiya Ewrûpayê li Îraqê Thomas Seller kir.

Di destpêka civînê de Serokê herêmê pîrozbayî li balyozê nû yê YE kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest û piştîvanî û piştîviya herêma Kurdistanê jî bo kar û çalakiyên balyoz û nuneratiya YE li Îraqê diyar kir.

Ji aliyê xwe ve Thomas Seller kêfxweşiya xwe jî ya li hember hevdîtina xwe ya li gel Serokê herêma Kurdistanê diyar kir û bi awayeke kurt behsa plan û bernameya xwe y a pêşerojê li Kurdistan û Îraqê kir bi taybetî di warê abûrî, ewlehî û mafên mirovan de.

Nirxandina mijara rewşa koçberan û pêşî girtin ji koça derqanûnî mijarên dinyên vê civînê bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.