Macron: Destê Îranê di vê êrîşan de heye

dibêje nabe Îran wisa bike şer ji sînorên Xezeyê derbas bibe.
کوردستان TV
100%

Dibêje Hemas ji Îranê alîkarî wergirtiye.

Serokê Franseyê Emmanuel Macron di dema civîna xwe ya li gel Serokê Almanyayê de behsa şerê navbera Îsraîl û Hemasê kir.

Macron ragihand ku, her çend belgeyên fermî di destê wan de nîne lê ev baş dizanin ku, destê Îranê di êrîşa Hemas ya bo ser Îsraîlê de heye û Îran bo ku, ev êrîşa han pêk were hevkarî û alîkariyeke gelek baş daye Hemasê.

Macron diyar kiriye ku, Îran nabe tiştek bike ku, şer ji sînorên Xezeyê derbas bibe.

Ji aliyeke din ve rayedarên Îsraîl û Amerîkayê jî eşkere dikin ku, Hemas ji Îranê hevkarî û cebelxane wer girtiye û destê Îranê di êrîşan de heye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.