Behsa çareser kirina kêşeyên navbera herêmê û hikûmeta federalî hate kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê kir û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê birêz Stephen Hitchen kir.
Mijara sereke ya civîna me taybet bû bi girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî. Her du alî li ser vê yekê ku, kêşeyên han siyasîne û lazime di çarçoveya destûr û rêkeftinan de werin çareserkirin.
Me ev yek dubare kir ku, lazime mafên destûrî yên herêma Kurdistanê weke qewareyeke federalî parastî bin.
Balyozê Brîtanyayê stayîşa reformên hikûmeta herêma Kurdistanê kir bi taybetî reformên taybet bi warê dîcîtalîze kirina xizmetgozariyên giştî û balkêşande ser pêşkeftîbûna data sentera navendî fermangeha tekonolojiya zaniyarî ya hikûmeta herêma Kurdistanê ku, lazime bibe nimûne bo tevahiya Îraq û hikûmeta federalî jî senter û navendên wisa yên pêkeftî damezrînin.
Balyozê Brîtanyayê herwiha rêzdariya xwe ya li hember bihevre jiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda û azadiya olî li herêma Kurdistanê de diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin