Serokwezîrê Kurdistanê li gel balyozê Îtalyayê civiya.

behsa çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Îtalyayê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Îtalyayê yê li Îraqê birêz Maurizio Greganti kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê guhertinên dawî û pêşhatên nava Îraq û deverê û pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Îtalyayê de kir.

Herwiha me behsa kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî kir û tekez li ser çareser kirina hertimî ya tevahiya kêşeyan bi taybetî kêşeyên taybet bi şayîsteyên darayî yên herêmê di çarçoveya destûr û qanûna bûdceyê de bi awayek ku, mûçexwerên herêmê jî weke tevahiya mûçexwerên din yên Îraqê her meh bêyî ti keşe û arîşeyek û bi awayeke normal mûçeyên xwe bistînin, kir.

Di beşeke din ya civînê de me giftûgo derbarê pêwîstiya lidarxistina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di dema diyarîkirî de kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.