Li devera Ebûlkemalê êrîş pêk hatiye.
Li gor çavkaniyên nûçeyan îro danê sibê li devera sînorî ya Ebûlkemalê ya ser bi parêzgeha Dêra Zorê êrîşî ser 3 navendên komên çekdar yên ser bi Îranê hatiye kirin.
Jêder behsa vê yekê dikin ku, êrîş bi rêya dronan pêk hatiye û di encama êrîşê de gelek kuştî û birîndar hene.
Hate zanîn hêzên ku, êrîşî ser wan hatiye kirin çekdarên Îranî, Efxanî û Libnanî ne ku, ji ailyê Îranê ve bo piştîvanî kirina rejîma Sûriyeyê li Dêra Zorê hatine bicîhkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin