Almanya têkiliyên xwe li gel Îraq û Kurdistanê pêşde dibe

behsa cîhbicîh kirina sîstema federalî hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel balyoza nû ya Almanyayê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyoza nû ya Almanyayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Balyoza nû ya Almanyayê li Îraqê birêz Christiane Homan û şandeke pê re kir.

Jiber destbikar bûna vê me pîrozbayî li balyoza nû ya Almanyayê kir û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest û herwiha spasiya hevkarî û piştîvaniya Almanyayê bo herêma Kurdistanê kir.

Mijara sereke  ya civîna me taybet bû bi, girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî û hemfikir bûn li ser pêwîstiya rêzgirtin ji sîstema federalî û parastina mafên gelê Kurdistanê û tevahiya pêkhateyan di çarçoveya destûrê de.

Balyoza Almanyayê amadebûna welatê xwe bo pêşde birina têkiliyan li gel Îraq û herêma Kurdistanê diyar kir bi taybetî di warê hêlbirîn û bazirganî de.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.