Tekez li ser girîngiya yekrêziya aliyên Kurdistanî li Bexdayê dikin.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Stephen Hitchens kir.
Di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên Brîtanyayê yên li gel Îraq û Kurdistanê, berfiretir kirina têkiliyên han, rewşa siyasî ya Îraqê û herêma Kurdistanê hate kirin.
Her di heman civînê de nîqaş li ser kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê, yekrêziya navbera aliyên Kurdî û astengiyên heyî hate kirin û di vê derbarê de her du alî tekez li ser yekdengî û yekrêziya aliyên Kurdî li Bexdayê kir.
Têkiliyên Îraq û Kurdistanê li gel welatên cîran, rewşa Sûriyeyê û kempa Hol, parastina aramî û pêşhatên dawî yên li deverê mijarên din y ên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin