HSD dibêje li Ti Temerê êrîşî ser hêzên Tirkiyeyê kiriye.
Fermandariya giştî ya hêzên Sûriyeya demokratîk ragihand ku, weke bersifdayîna êrîşên Tirkiyeyê yên bo ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, duhê li Bakûrê Til Temerê, hêzên wan êrîşî ser du navendên leşkerî yên artêşa Tirkiyeyê kirine.
HSD diyar kiriye ku, di encama wan du êrîşan de herî kêm 5 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Ji aliyeke din ve duhê artêşa Tirkiyeyê behsa vê yekê kiribû ku, li Til Refetê jî 3 leşkerên wan hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin