Droneke Tirkiyeyê ji aliyê hevpeymaniya cîhanî ve hatibû xistin.
Piştî xistina droneke Tirkî ya li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên hevpeymaniya cîhanî ve, ev hevpeymaniya han daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniya hevpeymaniya cîhanî de hatiye diyarkirin ku, mafê hevpeymaniya cîhaniye ku, di dema her cure metirsî û gefekê berevanî ji xwe û hêzên xwe bike.
Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, ev çend care dronên Tirkiyeyê nêzî navendên me dibin û êrîş dikin lewre mafê me jî heye ku, em berevanî ji xwe û hêzên xwe bikin.
HC eşkere kiriye ku, li dijî êrîş û operasiyonên Tirkiyeyê ye jiber ku, ev êrîşên han xizmeta bihêztir kirina DIŞIê dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin