Rejîma Sûrî êrîşî ser navendên cîhadiyan kir

gelek navendên cîhadiyan hatine wêrankirin.
کوردستان TV
100%

Li Heleb û derdorê Helebê gelek navendên cîhadiyan hatine bordimankirin.

Çapemeniya Sûrî belav kiriye ku, îro çarşem danê sibê, artêşa rejîma Sûrî weke bersif dayîna êrîşên komên cîhadî yên li Îdlib û Hemayê yên bo ser hêzên rejîmê, dest bi topbaran û bordiman kirina navendên wan cîhadiyan li Heleb û derdorê Helebê kiriye.

Çapemeniya Sûrî dêmen jî belav kiriye û nivîsandiye, di vê operasiyona han de gelek navendên cîhadiyan û topxaneyên cîhadiyan hatine jinavbirin.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.