Serokwezîrê Îraqê li gel Cîgirê Putin civiya.
Li gor çapemeniya Îraqê Serokwezîrê vê welatî Mihemed Sûdanî li gel Cîgirê Serokê Rûsyeyê Igor Levitin civiyaye.
Çapemeniya Îraqê diyar kiriye ku, di civînê de her du alî behsa têkiliyên navbera Îraq û Rûsyeyê û çawetiya bihêztir kirina têkiliyên han kirine û şanda Rûsî diyar kiriye ku, Rûsye dixwaze di her warî de têkiliyên xwe yên li gel Îraqê berfiretir û bihêztir bike.
Her di heman civînê de giftûgo li ser serdana muhtemel ya Sûdanî bo Rûsyeyê jî hatiye kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin