Serokkomarê Îraqê êrîşên Tirkiyeyê mehkûm dike.
Serokkomarê Tirkiyeyê Ebduletîf Reşîd di gotareke xwe de bi tundî êrîş û operasiyonên Tirkiyeyê yên di nava axa herêma Kurdistan û Îraqê de mehkûm kiriye û ragihandiye ku, lazime dawî bi wan êrîş û operasiyonan were anîn.
Ebduletîf Reşîd eşkere kiriye ku, Îraq hebûna navendên leşkerî yên Tirkiyeyê di nava axa xwe de qebûl nake û lazime di navbera Îraq û Tirkiyeyê de rêkeftineke ewlekariyê were îmzekirin.
Reşîd ev yek eşkere kiriye ku, ev 45 sale pkk di nava axa Îraqê deye û balefir û dronên Tirkî her roj êrîşî ser axa Îraqê dikin ku, ev yek jî bi ti awayî nayê qebûlkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin