Sedema sereke ya şewatê lîstokên agirî bûne.
Komîteya taybet ya wezareta navxwe ya Îraqê ya ku, bo lêkolên kirin li ser şewata Hemdaniyeyê hatibû avakirin, îro di presskonferansekê de encamên lêkolînê bo raya giştî eşkere kir.
Li gor daxuyaniya komîteyê, sedema sereke ya şewatê, ev lîstokên agirî bûne ku, hatine bikaranîn û kêmasî di rêkarên ewlekarî yên salonê de jî hebûne, salon xwedan çar deriyan bûye lê tenê deriyek vekirî bûye.
Komîteyê eşkere kiriye ku, qayîmiqamê Hemdaniye li gel 3 berpirsên din yên vê qezayê jî kemterxem bûne lewre ji kar hatine avêtin.
Herwiha 10 kesên din ku, xwediyê salon û korê wî jî di nav wan dene hatine girtin.
Weke tê zanîn sêşema hefteya derbasbûyî şewateke mezin di salonekê de derketibû û di encam de 104 kes canê xwe ji dest dabûn û bi sedan kesên din jî birîndar bibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin