Mesrûr Barzanî: Lazime hilbijartin di dema diyarîkirî de were kirin

behsa rewşa navxweyî ya Kurdistanê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Li gel Nunera Sekreterê NY li Îraqê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Nunera Sekreterê NY li Îraqê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Nunera taybetî ya Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê birêz Jeannine Plaschardt kir.

Me di civînê de giftûgo derbarê guhertinên dawî, pêşhatên nava rewşa giştî ya Îraqê û girîngiya dabîn kirina mafên destûrî û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê kir.

Herwiha me nêrînên xwe yên derbarê rewşa herêma Kurdistanê de diyar kirin û tekez li ser pêdiviya lidarxistina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di dema diyarkirî ya xwe ya di 25ê Şibata 2024an de kir.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.