Serokê herêma Kurdistanê li gel şandeke civata Pîran ya Romanyayê civiya

Kurdistan û Romanya têkiliyên xwe bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Romanyayê hate kirin.

Îro pêncşem 28 Îlonê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke civata pîran ya Romanyayê ya bi Serokatiya Serokê komîteya siyaseta derve ya civata Pîran ya Romanyayê Senator Titus Corlatsian kir. Şandeya Romanyayî ji hejmareke Senatoyan, Balyozê Romanyayê li Iraqê û diplomatkar û berpisê nivîsîngeha konsuluxaneya vê welatî ya li Hewlêrê pêkhatibû.

Di hevdîtinê da her du alî tekez li ser pêşxistina têkiliyên di navbera Romanya û Iraq û Herêma Kurdistanê kirin bi taybetî di warê aborî û perwerdeyê da û her wiha peywendiyên Hewlêr – Bexdayê û gotûbêjên çareseriya wan pirsgirêkan gotûbêj kirin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî amadehî, rol û beşdariya Romanyayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DIŞI ê de bilind nirxand û spasiya Romanyayê kir ku salên dirêj burs û derfetên xwendinê pêşkêşî xwendekarên Herêma Kurdistanê û Iraqê dike.

Ji aliyê xwe ve şandeya mêhvan kêfxweşiya xwe bi serdana xwe ya Hewlêrê nîşan da û tekezî li ser amadehî û daxwaza welatê xwe ya ji bo sermayerazandina li Herêma Kurdistanê kir, ji bo vê mebestê, derbarê niyeta hatina sektora taybet û çend kompanyayên Romanyayî û mekanîzma karkirina wan li herêma Kurdstan û Iraqê digel Nêçîrvan Barzanî danûstandina bîr û ramanan kirin.

Rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên din yên xwedî di berjewendiyên hevbeş, çend mijarên din yên hevdîtinê bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.