Bo 60mîn salvegera damezrandina îzgeha dengê Kurdistanê peyam belav kiriye.
Îro 28ê Îlona 2023an Serok Barzanî bi minasebeta 60mîn salvegera damezrandina îzgeha dengê Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku, ev jî naveroka vê peyama hane;
Bi navê xwedê mezin
Bi minasebeta 60mîn salvegera damezrandina îzgeha dengê Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî birêveber, staf û tevahiya xebatkarên vê îzgehê dikim ku, di pêvajoyên curbicur yên xebata gelê Kurdistanê de di vê îzgehê de xebat kirine.
Damezrandina îzgeha dengê Kurdistanê şoreş û werçerxaneke girîng bû bo gehandina dengê reva yê gelê me bo cîhanê, di heman demê de jî çavkaniyê îlhamê bû bo şoreşger û xebatkar û pêşmergeyên qehreman û tevahiya çînên civaka Kurdistanê û bo gehandina peyama şoreşê bo tevahiya Kurdistanê xwedan roleke gelek girîng bûye.
Rol û xebata îzgeha xebatkar ya dengê Kurdistanê di pêvajoyên cuda cuda yên şoreşê de hertim di bîra me deye, hêvî dikim niha jî bi rihiyeteke nû û bi sûd wergirtin ji ezmûn û pêşkeftinên teknolojîkî, berdewam be li ser berevanî kirin ji mafên xelkê Kurdistanê, parastina çanda resenatî, çanda bihevre jiyana aştiyane û nîştimanperweriyê di nava xelkê Kurdistanê de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin