Îsraîl: Tîmeke sîxor ya Îranê hate jinav birin

dibêje ev tîm ji aliyê kesekî Îranî nîştecîhê Urdinê ve hatiye birêvebirin.
کوردستان TV
100%

Dibêje ev tîm ji 5 kesan pêk hatibû.

Li gor çapemeniya Îsraîlî dezgeha ewlekariya giştî ya Îsraîlê yaku, bi Shabak tê nasîn ragihandiye ku, hêzên îstîxbarata Îsraîlê di operasiyonekê de karîne tîmeke sîxorî ya Îranî li Rojavayê Xezeyê binçav bike.

Çapemeniya Îsraîlî diyar kiriye ku, ev tîma han ji 5 kesan pêkhatibû ku, tevahiya wan jî xelkê Xezeyê ne û ji aliyê Îranê ve hatibû pîwerdarkirin daku, êrîşî ser rayedarên Îsraîlî bi taybetî Itmar bin Ghafir bikin û wan bikujin.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, ev tîma han ji aliyê kesekî Îranî ve yaku, li Urdinê dijî hatiye avakirin û ji aliyê heman kesî ve hatiye birêvebirin.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.