Mesrûr Barzanî: Em amadene her cure hevkariyek pêşkêş bikin

di encama bûyera han de bi sedan kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Derbarê bûyera Hemdaniyeyê de peyamek belav kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê bûyera li Hemdaniyeyê de peyamek belav kir ku, ev jî naveroka vê peyama hane;

Bûyera dilsoş ya agir berbûnê di nava holeke dawetan ya li qezaya Hemdaniye ( Bexdeda) ku, bûye sedema can ji dest dan û şewitîna bi sedan kesan me gelek xembar kir.

Sersaxî didim malbet û kesûkarên qurbaniyan û xwe bi hevparê xema wan dizanim û xwedê mezin rihê wan bi beheştê şad bike û hêviya bilez baş bûnê jî bo birîndaran dixwazim.

Şeva derbasbûyî li gel karesata Hemdaniyeyê de, me wezareta tendirostî û tevahiya aliyên têkildar yên hikûkmeta herêma Kurdistanê pîwerdar kir daku, bilez bi hawara zirardîtiyan ve biçin û niha jî em amadebûna xwe bo her cure hevkariyeke pêwîst diyar dikin.

Serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.