Peyamek derbarê bûyera Hemdaniyeyê de peyamek belav kir.
Serok Barzanî îro çarşem li ser hesabê xwe yê li X ( twitterê) derbarê bûyera şewata duhê bişev ya li Hemdaniyeyê peyamek belav kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye: Bi bihîstina bûyera şewata duhê bişev ya li Hemdaniyeyê ku, têde bi sedan welatî canê xwe ji dest dane û birîndar bûne, gelek xembar bûm.
Sersaxî didim malbetên qurbaniyan û hêviya başbûnê bo birîndarên vê bûyera xemgîn dixwazim.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin