Mesrûr Barzanî hêviya bihêzbûna aştiyê dixwaze

dibêje bila mewlûd bibe handerek bo parastina nirxên mezin yên îslamê.
کوردستان TV
100%

Peyameke pîrozbayî pêşkêşî misilmanan kir.

Îro çarşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Mewlûdê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku, ev jî naveroka vê peyama hane;

Bi boneya salvegera jidayik bûna Peyxemberê îslamê hezretê Mihemed (silavên xwedê li ser wî bin) gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim.

Hêvî dikim ev boneya han ya pîroz bibe sedema girîngî dan bi buha û pîwanên bilind yên ola îslamê û pêşde birina bihevre jiyana aştiyane, aramî û hev û du hezkirinê di navbera gelan û olên cuda cuda de.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.