Wezîrê derve yê Îranê dixwest biçe Washingtonê.
Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku, di dema civînên civata giştî ya Netewên Yekgirtî de, wezîrê derve yê Îranê Husên Emîrebdulahiyan dixwest serdana Washingtona paytexta Amerîkayê bike lê ev daxwaza han ji aliyê wezareta derve ya Amerîkayê ve hatiye redkirin û rê ji wezîrê derve yê Îranê re nehatiye dayîn ku, serdana Washingtonê bike.
Nav hatî diyar kiriye ku, jiber pîvanên NY Amerîka neçare rê bide rayedarên welatên weke Îran û welatên din serdana New Yorkê bikin lê Amerîka rê nade wan rayedaran ku, serdana bajarên din yên Amerîkayê bi taybetî Washingtona paytext bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin