Çekdarên Ereb dîsa dest bi êrîşên xwe kirin

ev çekdarên eşîran ji aliyê Tirkiye û Îranê ve têne piştîvanîkirin.
کوردستان TV
100%

Duhê li Rojhilatê Dêra Zorê pevçûn qewmiye.

Li gor nûçeyeke Erebiye Cedîde piştî du hefteyan ji rawestana şerê navbera hêzên HSD û çekdarên eşîran yên ku, ji aliyê Îran û Tirkiyeyê ve têne piştîvanîkirin, duhê dîsa şer û pevçûn di navbera wan de destpê kiriye.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, duhê çekdarên eşîran yên ku, ji aliyê welatên herêmî ve têne piştîvanîkirin li derdorê her du gundên Zîbiyan, Eltiyane û Mehmediye dîsa êrîşî ser şervanên HSDê kirine.

Derbarê zirarên wan êrîşan de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

Weke tê zanîn beriya du hefteyan jî şer li vê deverê destpê kiribû lê HSD karîbû çekdarên eşîran bêbandor bike.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.