Konsulusa Brîtanyayê xatira xwe ji Serokwezîr xwest

Kurdistan û Brîtanya berdewam dibin li ser hemahengiya du alî.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr jî hêviya serkeftinê jê re dixwaze.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusa Brîtanyayê ya li Hewlêrê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Konsulusa giştî ya Brîtanyayê li herêma Kurdistanê birêz Rosie Keif ku, jiber bi dawî hatina pîwerdariya xwe û xatir xwestinê serdana me kiribû.

Rixmî balkêşandine ser têkiliyên dîrokî û dostane y ên di navbera herêma Kurdistan û Brîtanyayê de, hevdem me spasiya Konsulusa giştî kir ku, di dema pîwerdariya xwe de hewl bo pêşde birin û bihêztir kirina têkiliyên du alî kiriye û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Konsulusa giştî ya Brîtanyayê jî spasî û rêzdariya xwe ya li hember karasanî û hemahengî kirina aliyên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê li gel Konsulusxaneya welatê xwe diyar kir.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.