Dibêje mûşeka taybet bi Îsraîlê çê kiriye.
Li gor nûçeyeke rojnameya Keyhan ya Îranê Peyvdarê wezîrê berevanî yê Îranê gef li Îsraîlê kiriye û gotiye emê li Îsraîlê bidin.
Çavkaniyê diyar kiriye ku, Peyvdarê wezareta berevanî ya Îranê Reza Nîktelayî di gotareke xwe de yaku, duhê li bajarê Hemedanê pêşkêş kiriye bi eşkere gef li Îsraîlê xwariye û ragihandiye ku, Îran mûşekek taybet bi lêdana Îsraîlê çê kiriye.
Nîktelayî diyar kiriye ku, mûşeka Hec Qasim yaku, ji aliyê pisporên Îranî ve hatiye çêkirin taybete bi lêdana Îsraîlê û emê rojek bi wan mûşekan êrîşî ser Îsraîlê bikin.
Nav hatî diyar kiriye ku, ev mûşeka han ya nû berhemeke girîng û nû ya artêşa Îranê ye ku, dirêjahiya vê 11 metre, giraniya vê 7 hezar kîlo û serka vê jî 500kg e û dikare 1800 metreyan biçe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin