Çekdarên rejîma Îranê êrîşî ser wan kirine.
Li gor nûçeyeke malpera Kolbernews, duhê li devera Hewramanê, çekdarên rejîma Îranê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine.
Di encama vê êrîşa han de du Kolberên Kurd bi dijwarî birîndar bûne û bo derman kirinê bo nexweşxaneyên bajarê Merîwanê hatine veguhastin.
Ji aliyeke din ve roja 20ê Îlonê li Sînorê Baneyê Kolberekî din yê Kurd hatibû birîndarkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin