Fûad Husên: Îraq ti rêkeftinek li gel Tirkiyeyê nekiriye

dibêje gotinên vê dawî ne di nava rêkeftinê dene.
کوردستان TV
100%

Dibêje rêkeftina li gel Îranê hatiye cîhbicîhkirin.

Wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên derbarê êrîşên berdewam yên Tirkiyeyê yên bo ser pkk ragihand ku, beruvajî gotinên rayedarên Tirkiyeyê, ti rêkeftinek di navbera Îraq û Tirkiyeyê de bo êrîş kirine ser PKK di nava axa Îraqê de nehatiye îmzekirin.

Derbarê rêkeftina ewlekarî ya di navbera Îran û Îraqê de jî wezîrê derve yê Îraqê diyar kiriye ku, Îraq tevahiya xalên rêkeftinê cîhbicîh kiriye û tiştek nemaye ku, Îran gazindan bike û ev tiştên ku, di wan rojên dawî de têne gotin di nava rêkeftinê de nebûne.

Weke tê zanîn duhê rayedarekî spaha Pasdaran gotibû ku, lazime partiyên Kurdî werin bêçekkirin û ji Îraqê jî werin derxistin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.