Îro li Pîrmamê Serok Barzanî li gel malbet û kesûkarên şehîd û birîndarên bûyerên vê dawiyê yên li Kerkûkê civiya.
Di civînê de Serok Barzanî sersaxî da malbet û kesûkarên şehîdan û hevxemiya xwe jî bo wan diyar kir û hêviya başbûnê jî bo birîndaran xwest û tekez li ser vê yekê kir ku, xwîna wan hêjayan li erdê namîne û lazime Tawanbar werin cezakirin.
Serok Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de behsa vê yekê kir ku, xwîna ev şehîdên hêja û dengê narezatiya we peyameke rûn û eşkere bû bo tevahiya aliyan ku, Kurd gelekî zindî û hişiyare û lazime sînorek bo ev zilma û neheqiyên ku, dijî welatiyan Kurd li Kerkûkê tê kirin were danîn.
Serok Barzanî anî ziman ku, berdewamiya rewşa nexwestî ya li Kerkûkê nayê vê wateyê ku, em dev ji nasnameya Kerkûkê berdin jiber ku, Kerkûk bo her takekî Kurd remzeke gelekî mezine.
Serok Barzanî di beşeke din ji gotinên xwe de diyar kir ku, lazime Kerkûk bo tevahiyan be û bibe mînaka bihevre jiyana biratî û kêşeyên ku, hene bi xwe feriz kirin û tundûtîjî nayên çareserkirin belku, lazime bo çareseriya kêşeyên han zimanê aqil û mentiqê were bikaranîn.
Di beşeke din ji gotara xwe de Serok Barzanî diyar kir ku, ji dil ji êş û azarên welatiyên Kurd li Kerkûkê dizane û daxwaz jî ji wan kir bi ti awayî rê bi serkeftina ev pilên têkder nedin ku, dixwazin nakokiyên aliyên siyasî bikin nakokiyên navbera netewe û pêkhateyên li Kerkûkê de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin