Fikarên xelk li hember dubare bûna qerentîneyê hene.
Berpirsa navenda lêkolînên tendirostî ya Jackson Prof. Dr. Derya Unutmaz diyar kiriye ku, mixabin cureya nû ya Koronayê yaku, bi Erîs tê nasîn ev demêke gehêştiye Tirkiyeyê û heta niha çend kes bi vê nexweşiya han ketine.
Prof. Dr. Derya Unutmaz eşkere kiriye ku, tê payîn li gel guherîna demsalê vê hijmara pêketiyan li Tirkiyeyê zêdetir bibe û lazime aliyên têkildar û xelk jî li ser vê mijarê baldar bin.
Ji aliyeke din ve xelkê Tirkiyeyê jî ku, niha di nava qirîzeke dijwar ya darayî û giranî deye, fikarên xwe li dubare bûna qerentîneyê heye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin