Tirkiye navendeke ya etomî ava dike

li gel sê welatên din bi hevbeşî dixwaze navendeke din ya etomî ava bike.
کوردستان TV
100%

Li gel Rûsyeyê di nava dansûtandinê deye.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê wezîrê enerjî yê Tirkiyeyê Alperselan Bayraqdar ragihandiye ku, Tirkiye hewl bo ava kirina duyemîn navenda xwe ya etomî dide.

Alperselan Bayraqdar diyar kiriye ku, niha Tirkiye li gel Rûsye, Çîn û Koreya Başûr di nava danûstandinan deye û hewl dide wan welatan razî bike daku, bi hevbeşî duyem navenda etomî ya Tirkiyeyê ava bike.

Weke tê zanîn Tirkiye beriya sê salan li gel Rûsyeyê rêkeftinek bo ava kirina navendeke etomî îmze kiribû û niha karên ava kirina vê navenda han hîn jî berdewamin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.