Amerîka û Brîtanya dorpêçên nû xistin ser Îranê

dibêje zextên cîhanê bo ser rayedarên siyasî û leşkerî yên Îranê berdewam dibin.
کوردستان TV
100%

Amerîka 29 rayedarên Îranî ceza dike.

Li gor daxuyaniyeke wezareta xezêne û darayî ya Amerîkayê, hikûmeta vê welatî bi biryareke nû dest bi cîhbicîh kirina pêngava nû ya dorpêçên dijî Îran û rayedarên Îranê jiber binpê kirina mafên mirovan kiriye.

Di daxuyaniya vê wezaretê de hatiye diyarkirin ku, di vê merheleya nû de Amerîka 29 rayedar û çend navendên ser bi rejîmê ceza dike û dest dixe ser darayiyên wan.

Ji aliyeke din ve her duhê înê wezareta derve ya Brîtanyayê jî diyar kiriye ku, li gel hepeymanên xwe pakêceke nû ya dorpêçên dijî Îranê xistine meriyetê.

Hikûmeta Brîtanyayê jî diyar kiriye ku, Brîtanya û hevpeymanên din berdewam dibin li ser cezakirina rayedarên rejîma Îranê bi taybetî rayedarên siyasî û leşkerî.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.