Serokwezîr li gel wezîrê derve yê Nemsayê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê derve yê Nemsayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya wezîrê derve yê Nemsayê birêz Alexander Schallenberg kir.
Di civînê de ku, Cîgirê Serokwezîr birêz Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê pere pêdana zêdetir ya têkiliyên dîrokî û dostane yên di navbera herêma Kurdistan û gel Nemsayê kir.
Me spasiya hikûmet û xelkê Nemsayê kir bo piştîvanî kirina xelkê Kurdistanê di pêvajoyên cuda cuda de û xwesteke herêma Kurdistanê jî ya ji bo bihêztir kirina têkiliyên li gel Nemsayê di tevahiya waran de diyar kir.
Wezîrê derve yê Nemsayê Alexander Schallenberg behsa vê yekê kir ku, hatina wî bo herêma Kurdistanê bo tekez kirine li ser dostatiya Nemsayê li gel xelkê Kurdistanê û bo pêşde birina têkiliyên dîrokiye.
Mijara sereke ya civîna me taybet bû bi kêşeyên herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û girîngiya parastin û dabîn kirina mafên destûrî yên herêma Kurdistanê. Me her du aliyan tekez li ser çareser kirina kêşeyan li ser esasê destûr û pêwîstiya bihêztir kirina pergala federalî li Îraqê û fêde wergirtin ji ezmûnên serkeftî yên federalî li cîhan û Ewrûpayê û di nav de jî yê Nemsayê kir.
Rûbirû bûna bandorên nerênî yên guherîna keş û hewayê li ser Îraq û herêma Kurdistanê mijarên din yên giftûgoya me bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin