Serokwezîr Serokatiya vê şanda han dike.
Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramî ragihand ku, biryare sibê pêncşem 14ê Îlonê şanda hikûmeta herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî serdana Bexdayê bike.
Di çarçoveya vê serdana han de vê şanda Kurdistanê li gel aliyên têkildar û rayedarên Bexdayê dicive û di civînan de behsa kêşeyên di navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî û mijara bûdce û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê tê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin