Serokê herêmê kongreyeke çapemeniyê lidarxist.
Îro çarşem 13ê Îlonê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kongreyeke çapemenî lidar xist û behsa çend mijaran kir.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, mûçe û bûdce mafên reva yên xelkê Kurdistanê ne, rêkeftina nivîskî di navbera herêm û hikûmeta federalî de heye, li gor rêkeftina han hikûmeta nû ya federalî hatiye avakirin, mijara bûdce û mûçeyê nabe bi ti awayî bikeve rojevê û nîqaş li ser were kirin, jiber ku, bo ava kirina hikûmetê li ser vê mijarê rêkeftin hatiye kirin.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, em bi berdewamî di danûstanan dene û di wan rojên pêşiya me de şandeke herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr û Cîgirê wî serdana Bexdayê dike û nîqaş li ser vê mijarê dikin, herêma Kurdistanê ti zaniyarî û hûrgiliyên şaş bi Bexdayê nedaye, em li bendêne Serokwezîrê Îraqê kêşeya mûçe û bûdceyê çareser bike. Kêşeya me li gel Bexdayê ne tenê bûdce û mûçeye û hêvî dikin di vê warî de li gel Bexdayê jihev fêm bikin û kêşeyên heyî çareser bikin.
Lazime tevahiya aliyan li ser mijara bûdce û mûçeyê jî piştîvaniya herêma Kurdistanê bikin.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, kêşeya cîhbicîh nekirina madeya 140 û rêkeftina Şingalê heye, lewre lazime ev kêşeyên han jî werin çareserkirin û Amerîka jî hewl dide kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin