Duhê hatibû Bexdayê.
Biryare îşev wezîrê derve yê Nemsayê Alexander Schallenberg bi serdaneke fermî û bi rêya balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê bigehêje Hewlêra paytexta Kurdistanê.
Li gor zaniyariyên berdest, wezîrê derve yê Nemsayê Alexander Schallenberg ku, duhê serdana Bexdayê kiribû, dawî bi civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Îraqê aniye û vê îşev serdana Hewlêrê bike.
Tê payîn di çarçoveya vê serdana han de, Alexander Schallenberg li gel rayedarên herêma Kurdistanê jî çend civîn û hevdîtinan pêk bîne û behsa têkiliyên navbera Kurdistanê û Nemsayê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin