HSD: Dawî bi operasiyonê hatiye anîn

dawî bi liv û tevgerên komên çekdar hatiye anîn.
کوردستان TV
100%

Dibêje 63 kes hatine kuştin.

Fermandariya hêzên Sûriyeya demokratîk HSD derbarê operasiyona xort kirina ewlehiyê de daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku, operasiyona xort kirina ewlehiyê yaku, di 27ê Tebaxê de li Dêra Zorê li dijî kesên têkdar yên ku, bi handana welatên derve hewl bo têk birina ewlekariya deverê dane, destpê kiirbû, dawî pê hatiye û rewş bi temamî hatiye kontrolkirin.

HSD herwiha diyar kiriye ku, di operasiyona han de bi giştî 63 kes hatine kuştin û ev kesên ku, di çarçoveya operasiyona xort kirina ewlehiyê de hatine girtin vê werin berdan.

Weke tê zanîn di 27ê Tebaxê de jiber girtina Fermandarê civata leşkerî ya Dêra Zorê hin komên çekdar yên ereb dest bi şerê HSDê kiribû û ev şerê han bi beşdariya komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê û DIŞI zêde bibû lê HSD karîbû rewşê kontrol bike û ewlehiya deverê biparêze.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.