Wezîrê tendirostî huşdarî dide

dibêje hikûmet bi her awayî xwe bo rûbirû bûna vê nexweşiyê amade kiriye.
کوردستان TV
100%

Dibêje li Silêmanî amaraberketiyan zêde bûye.

Wezîrê tendirostî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Saman Berzencî derbarê hebûna nexweşiya Kolêrayê de huşdarî dide û dibêje li Silêmanî gelek kes bi vê nexweşiya han ketine.

Saman Berzencî diyar kiriye ku, li Silêmanî hijmareke zêde welatî bi vê nexweşiya han ketine, li Gerimiyan û Hewlêrê jî çend kes bi vê nexweşiya han ketine lê heta niha li Dihukê ti kes bi vê nexweşiya han neketiye.

Saman Berzancî herwiha huşdarî dide û dibêje lazime welatî pêbendî rêkarên tendirostî bin û hikûmet jî her cure amadekariyek bo rûbirû bûna vê nexweşiya han û hevkarî kirina welatiyan kiriye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.