Daxwaza normal kirina rewşa Kerkûkê dikin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê hevpeymaniya Seyade civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêwşaziya Serokê hevpeymaniya Seyade birêz Xemîs Xencer kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê û girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmketa federalî li ser esasê destûr û rêkeftinan kir.
Rojeveke din ya civîna me taybet bû bi, bûyerên vê dawiyê yên Kerkûkê û em her du alî dilgiraniya xwe li hember bikar anîna tundî li hember Xwepîşanderên medenî diyar kir û li ser normal kirina rewşa bajarê hemfikir bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin