Amerîka hêzeke zêdetir dişîne Rojavayê

di nava hefteyekê de ev karwana duyeme digehêje Hesekê.
کوردستان TV
100%

Duhê bi rêya deriya Welîd ev hêza han derbas bûye.

Li gor jêderên çapemeniyê hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê ya bi pêşengiya Amerîkayê berdewame li ser şandina hêz û cebelxaneyan bo Rojavayê Kurdistanê.

Di vê çarçoveyê de duhê Amerîka û hevpeymaniya cîhanî karwaneke din ya gelek mezin ya leşkerî bi rêya deriya Welîd re şandiye Rojavayê û gehêştiye navenda leşkerî ya hevpeymanan ya li Hesekê.

Hate zanîn ev duyemîn karwana mezin ya hêzên leşkerî ya Amerîka û hevpeymaniya cîhaniye ku, di nava 7 rojên destpêka meha Îlonê de bo Rojavayê tê şandin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.