Dibêje vê carê tirşika me were derxistin.
Rojnameya Îran birîfîng tomara dengiya civîna Fermandarên spaha pasdaran ya Îranê belav kiriye.
Di vê tomara dengî ya civîna Fermandarên spaha pasdaran de hatiye diyarkirin ku, spaha Pasdaran gelek ditirise bi taybetî jî xwepîşandanên xelkê yên di salvegera kuştina Jîna Emînî de.
Di tomara dengî de dengê Fermandarê spaha Mihemed Resûlila ya Tehranê Jeneran Hesen Hesenzade tê bihîstin ku, dibêje eger vê carê di salvegera Jîna Emînî de xelk dakeve qadan karê me temam dibe, tirşika me tê derxistin û rewşa Îranê bi yekcarî têk diçe û rejîm tê hilweşandine.
Ev Fermandarê han daxwaz kiriye ku, spah tevahiya amadekariyên pêwîst bike daku, rê nede xelk dakeve qadan û xwepîşandanê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin