Pêşmerge derbeke dijwar li artêşa vê demê ya Îraqê daye.
Îro 6ê Îlonê 35 sal bi ser dastana mezin ya Xakûrkê re derbas dibe.
Dastan û lehengiya Xakûrkê bû destpêkeke nû ya di pêvajoya şerê çekdarî ya gelê Kurd ya li dijî rejîma bes ya Îraqê de.
Di vê dastana han de yaku, hikûmeta Îraqê wisa zanîbû ku, hêza pêşmerge nemaye û hêdî hêdî ber bi navçûne diçe, pêşmerge karî hebûn, hêz û îradeya xwe îsbat bike û rixmî bikar anîna çekên qedexekirî ji aliyê rejîmê ve, derbeke dijwar li artêşa rejîma Îraqê bide.
Di vê lehengiya han de ji bilî xistina hijmareke zêde ji balefir û kopteran, bi sedan leşkerên herjîmê jî hatine kuştin û bi hezaran leşkerên din jî birîndar bûne.
Lehengiya Xakûrkê ku, li ser dest û bi Fermandariya raste rast ya Serok Barzanî hatiye tomarkirin bû sedem ku, rejîma vê demê ya Îraqê şikesta xwe ya li hember pêşmerge qebûl bike û dest bi vekêşînê ji deverê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin