Sûriye dîs huşdarî da Tirkiyeyê

dibêje Sûriye girîngî bi hewldanên Tirkiyeyê nade.
کوردستان TV
100%

Dibêje lazime Tirkiye ji Sûriyeyê vekêşe.

Hewldanên Tirkiyeyê yên bo normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê didomin lê Sûriye ti girîngiyek bi hewldanên Tirkiyeyê nade.

Di vê derbarê de duhê wezîrê derve yê Sûriyeyê Feyisel Mêqdad careke din ragihandibû ku, hewldanên Tirkiyeyê bo normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê berdewamin lê mercên Sûriyeyê bo vê yekê hene û Tirkiye jî dizane mercên Sûriyeyê çîne.

Mêqdad eşkere kiriye ku, heta Tirkiye hêzên xwe ji Sûriyeyê nevekêşe vê Sûriye bi ti awayî têkiliyên xwe li gel Tirkiyeyê normal neke.

Nav hatî diyar kiriye ku, Tirkiye baş dizane ku rêya yekane ya normal kirina têkiliyan vekêşîna Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê ye û heta Tirkiye vê yekê neke Sûriye têkiliyên xwe li gel Tirkiyeyê normal nake.

Weke tê zanîn beriya niha Serokê Sûriyeyê jî diyar kiribû ku, Erdogan dixwaze bi normal kirina têkiliyan revayî bide dagîr kirina axa Sûriyeyê û em vê yekê bi ti awayî qebûl nakin û eger Tirkiye dixwaze têkiliyan normal bike bile beriya her tiştekî ji axa me derkeve.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.