Li Dihukê xwepîşandaneke mezin tê kirin

siyasetên Bexdayê dijî Kurdistanê têne mehkûmkirin.
کوردستان TV
100%

Ev xwepîşandan li dijî Bexdayê tê kirin.

Biryare îro sêşem 5ê Îlonê li Dihukê di seat 11 nîvroyê de xwepîşandaneke mezin ya girseyî were lidarxistin.

Di xwepîşandana han de yaku, li dijî Bexdayê tê kirin, Xwepîşander rixmî mehkûm kirina siyasetên Bexdayê yên dijî Kurdistanê, hevdem daxwaz dikin ku, hikûmeta federalî bilez para Kurdistanê ji bûdceya federalî bişîne û pêbendî destûr û rêkeftinên îmzekirî be.

Weke tê zanîn rixmî îmze kirina çend rêkeftinan lê heta niha Bexda para Kurdistanê ji bûdceya federalî neşandiye û ne amadeye rêkeftinên îmzekirî cîhbicîh bike.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.