Li gel şandeke Parlementoya Kanadayê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke parlementoya Kanadayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya şandeke parlementoya Kanadayê bi Serokatiya Parlementer birêz Tom Kimj kir.
Serokê şanda parlementoya Kanadayê bi awayeke kurt behsa kar û çalakiyên koma dostatiya Kurd li parlementoya Kanadayê kir ku, ji hijmarek Parlementer ji piraniya partiyên Kanadayî pêk hatiye û ragihand ku, armanca wan piştîvanî kirin ji doza gelê Kurd û pêşde birina têkiliyên navbera Kanada û herêma Kurdistanê ye.
Şanda mêwan stayîşa rewşa bihevre jiyana aştiyane, azadiya olî û azadiya ragihandinê li herêma Kurdistanê kir ku, weke wan azadiyane ku, li Kanadayê hene.
Me jî spasiya Kanadayê kir bo hevkarî û piştîvaniyên xwe li herêma Kurdistanê bi taybetî di şerê dijî terorîstên DIŞIê de.
Di mijareke din ya civînê de me behsa pêşhat û peresendinên di nava têkiliyên li gel hikûmeta federal û di vê derbarê de me ev yek eşkere kir ku, herêma Kurdistanê tevahiya pêbendiyên xwe di çarçoveya destûrê de cîhbicîh kiriye lê mixabin bi awayeke na rewa û beruvajî destûrê mafên xelkê Kurdistanê têne binpêkirin û rêz ji rêkeftinên îmze kirî yên di navbera aliyên pêkhêner yên hikûmet û bernameya hikûmetê jî nayê girtin ku, ji aliyê parlementoya Îraqê ve bi piranî dengan hatiye pejrandin.
Me ev yek diyar kir ku, xelkê Kurdistanê bi ti awayî dev ji mafên xwe yên rewa û destûrî ber nade û serê xwe bo ti zext û gefeke wan aliyên ku, dixwazin Îraq vegerînin serdema dîktatoriyetê û gelê Kurd bi zordarî biçewsînin natewîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin