Kurdistan: Îraq pêbendî rêkeftinan nebûye

Bexda siyaseta birçî kirinê dijî Kurd dimeşîne.
کوردستان TV
100%

Îro kongreyeke çapemeniyê ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve hate organîzekirin.

Îro duşem 4ê Îlonê wezîrê darayî yê hikûmeta Kurdistanê û şanda danûstandinkar ya Kurdistanê derbarê danûstandinên navbera Îraq û Kurdistanê de yên taybet bi mûçe, bûdce û şayîsteyên darayî yên Kurdistanê kongreyeke çapemeniyê organîzekir.

Di kongreya çapemeniyê de wezîrê darayî û şanda danûstandinkar ya Kurdistanê eşkere kirin ku, hikûmeta Îraqê pêbendî ti rêkeftineke îmzekirî li gel herêma Kurdistanê nebûye û her roj kêşeyeke bo herêma Kurdistanê çê dike û siyaseta birçî kirinê li hember Kurdistanê dimeşîne.

Di kongreya han de hatiye diyarkirin ku, li gor destûr, proje qanûna bûdceyê û rêkeftinên îmzekirî lazime Bexda her meh bûdce û şayîsteyên darayî yên herêmê bişîne lê Îraq vê yekê nake û para Kurdistanê naşîne.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.