14 bawermendên Îranî canê xwe ji dest dan

rewşa hinek ji birîndaran aloze û di bin çavdêriya nûjdaran dene.
کوردستان TV
100%

Bûyereke tirafîkê çê bûye gelek kes jî birîndarin.

Li gor jêderên ewlekarî yên li parêzgeha Selahedînê îro şemî danê sibê li ser rêya sereke ya di navbera Duceyîl û Beled ya li başûrê parêzgeha Selahedînê de, bûyereke dijwar ya hatûçûyê qewmiye.

Di encama bûyera han de herî kêm 14 bawermendên Îranî canê xwe ji dest dane û 15 bawermendên din jî birîndar bûne.

Weke tê zanîn ev di nava du hefteyan de cara duyeme ku, jiber bûyerên hatûçûyê gelek bawermendên Îranî canê xwe ji dest didin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.