Şandeke komîteya xaça sor li Îraqê ye.
Li gor çapemeniya Îraqî Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Îraqê Qasim Erecî li gel şandeke komîteya xaça sor ya navnetewî li Bexdayê civiyaye.
Di civîna han de behsa rewşa penaber û awareyan yên li Îraqê û welatiyên Îraqî yên aware û penaber hatiye kirin û tekez li ser bihêztir kirina hevkarî û hemahengiya navbera Îraq û komîteya xaça sor hatiye kirin.
Her di heman civînê de her du aliyan behsa rewşa penaberên Îraqî yên kesûkarên DIŞIê li kempa Hol hatiye kirin û Şêwirmendê ewlekariya Îraqê diyar kiriye ku, lazime çareseriyek ji vê mijarê re were dîtin jiber ku, kempa Hol metirsiyeke rastîn û mezine bi ser ewlekariya Îraqê.
Weke tê zanîn Îraqê hewl dide daku, welatiyên xwe yên kesûkarên DIŞIê yên li kempa Hol vegerîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin